• Friday, 06 February 2026
logo

Li Lîceyê di encama teqîna mayînekê de 2 leşker mirin

Li Lîceyê di encama teqîna mayînekê de 2 leşker mirin
Li Amedê di encama teqîna mayînekê de 2 leşker mirin. Li çiyayê Kato jî şer û pevçûn didomin.

Li gor Ajansa Anadolu (AA) li navçeya Lîce ya girêdayî Amedê 2 leşkeran pê li mayînê kirin û mirin. Waliyê Amedê Mustefa Toprak jî diyar kir ku li herêmê bê navbera operasyon berdewam dike.

Li herêma Çiyayê Kato yê Elka Şirnexê jî operasyona leşkerî hate destpêkirin. Piştî operasyona leşkerî di navbera gêrîlayên HGPê û leşkerên ku derketibûn operasyonê de pevçûn derket. Hate zanîn ku li kontara çiyayê Kato, Marunîs û bejahiya Jirkayê şevê din operasyona leşkerî hate destpêkirin.

Piştî ku duh êvarî operasyona hate destpêkirin, serê sibê saet 05.00an de pevçûn derket. Derbarê kuştin û birîndaran de tu agahî nehatin zanîn. Hate diyarkirin ku li herêmê guleyên hewan û obusan tê avêtin û pevçûn bi awayekî dijwar didome.

Rudaw
Top