• Friday, 06 February 2026
logo

Adil Ebdulmehdî navbeynkariya Barzanî û Malikî dike

Adil Ebdulmehdî navbeynkariya Barzanî û Malikî dike
Adil Ebdulmehdî navbeynkariya navbera Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî dike. Herwiha deshilatekî temam hatiye dayîn ku garantiyekî temam bide kurdan.

Çavkaniyek agehdar ji rojnameya El-Destur a Iraqî re ragihand ku serkirdeyê civata bilind a Îslamî Adil Ebdulmehdî ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di nava danûstandinan de ye. Heman çavkanî dibêje: “Deshilatekî temam hatiye dayîna Ebdulmehdî ji bo garantiyek temam bide kurdan ku bawerî ji Nûrî Malikî neyê wergirtin.”

Li gor wê çavkaniyê, “Di nava du rojên borî de Îran bi hêzê ve hatiye nava aloziyê. Serkirdeyê civata bilind a Îslamî Beyan Cebir Zubeydî ku niha li Tehranê ye dibêje, em razî nabin di vê demê de Malikî bê guhertin.”

Rudaw
Top