• Friday, 06 February 2026
logo

Di balafira li Nîjeryayê ketî de 163 kes mirin

Di balafira li Nîjeryayê ketî de 163 kes mirin
Balafira rêwiyan ku duhî li bajarê Lagos li Nîjerya ket 163 kesan tê de canê xwe ji dest dan.

Li gor ajansên nûçeyan belav kirine, ew balafir ji paytexta Nîgerya Abuja ber bi bajarê Lagos diçû û 153 siwar li ser bûn digel stafê balafirê.

Hejmara giştî ya miriyan 163 kes in û ti rêwî zindî nemane, di nav miriyan de 2 welatiyên Libnanî jî hene.

Heta niha termê 80 kesî di nav kavil û şûnmayên balafirê hatin berhevkirin û hîn lêgerîn didomin, hevdem welatê Nîjeryayê şîn bo 3 rojan girêda.

Balafir ji cureyê Boeing MD-83 ye û ser bi fîrmaya Dana Airlines a nîjeryayî ve ye.

AKnews
Top