Asayişa Hewlêrê: Hemû girtiyên xwepêşandana parlamentoyê hatine berdan
Asayişa Hewlêrê, di daxuyaniyekê de, ku nusxeyek ji AKnewsê re hatiye şandin, hemû kesên ku li ber parlamentoyê hatibûn girtin, bi biryara dozger hatine berdan.
Di daxuyaniyê de hat gotin, tenê kesekî bi navê Xalid Ekrem nehatiye berdan, ew jî ji ber wê ye ku kes tune wî bide berdan.
Hat zanîn, ev daxuyaniya asayişa Hewlêrê, bo bersivdayîna nûçeyeke televîzyona KNN bûye.
Di encama xwepêşandana 8 Gulana îsal li hember parlamentoya Kurdistanê de, ku wek nerazîbûna li hember nivîseke govara Çirpe hatibû sazkirin, gelek kes hatibûn girtin.
Aknews
