• Friday, 06 February 2026
logo

‘Dengên pêwîst bo stendina baweriyê ji Malikî bihêsanî tên komkirin’

‘Dengên pêwîst bo stendina baweriyê ji Malikî bihêsanî tên komkirin’
Cîgirê serokwezîrê Iraqê, Roj Nûrî Şawês, diyar kir, li gorî raporên aliyên siyasî yên Iraqê, mirov dikare bi hêsanî dengên pêwîst bo stendina baweriyê ji serokwezîrê Iraqê kom bike.

Roj Nûrî Şawês, ji AKnewsê re got, li gorî encam û rapora civînên aliyên siyasî yên Iraqê, dengên pêwîst bo stendina baweriyê ji Malikî bi hêsanî tê komkirin ku 163 deng e.

Şawês, diyar kir, birastî nedibû rewş bigihê vê astê ku îmze bo stendina baweriyê bê komkirin, ji ber ku ev erka parlamentoyê bû û her wiha divê gotûbêjek berfireh li ser vê yekê bê kirin û wiha anî ziman,

Divê hemû gav û daxuyaniyên ku tên avêtin û dayîn, bi awayekî hûr bên nirxandin û divê 100% piştrast bin ku dê ser kevin.

Aknews
Top