Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraq kir
Li hevdîtinê de, Balyozê Brîtanya li Iraq spasiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kir ku li dema karkirina li Iraqê herdem hevkar bûye û destxweşiyê jî ji bo pêşketina ber bi çavê Herêma Kurdistanê lê kir û ragihand ku li jêr serkirdayetiya Serok Barzanî Herêma Kurdistanê kariye hengavên mezin û destkeftên baştir bavêje.
Li beramber da Serok Barzanî behsa rola Balyozê Brîtanya kir û hêviya serkeftinê li wê erkê wî yê nû de xwest.
Li mijareke dinê hevdîtinê de her du alî pêşhatên dawî ya pêvajoya siyasiya Iraqê û ew astengên ku rûbirû bûne guftûgo kirin û li wê yekê jî bi hevrebûn ku pêwendiyên di navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê pêwîste berev zêdetir geş bibe.
