Li bakûrê Libnanê şer 37 kes bûn qurbanî
Pizîşkekî di artêşa Libnanê de ji Reutersê re ragehandiye ku îro li bajarê Tirablisê di navbera alîgirên rêjîma Sûrî û dijberên rêjîmê de bû şer û di encamê de 7 kes hatine kuştin û 30 kesên din jî birîndar bûne.
Hêjayî gotinê ye berya çend hefteyan her li parêzgeha Terablisê di navbera du navçeyan de ku hin ji wan alîgirên Esedin û hin jî dijberên wî ne bû şer û hejmarek kes hatin kuştin lê vê carê hejmar zêdetir bûn û ev yek jî metirsiyeke ku şer ji Sûriyê derbasî Libnanê jî bibe.
Xendan
