• Friday, 06 February 2026
logo

YOKê, pêşniyara Zanîngeha Dîcle ji bo kurdî pejirand

YOKê, pêşniyara Zanîngeha Dîcle ji bo kurdî pejirand
Sekreterê Giştî yê Zanîngeha Dîcleyê Dr. Sabrî Eyigun diyar kir ku wekî zanîngeh ji bo vekirina beşa Ziman û Edebiyata Kurdî meha borî serlêdana YOKê kiribûn û ji aliyê wan ve hat pejirandin.

Dr. Sabrî Eyigun duh ji Ajansa Anadolu (AA) re diyar kir ku wê ji sibe (03.06.12) û pêve dest bi xebatan bikin û got: “Em ne difikirîn ku wê pêşniyara me ya ji bo Saziya Hîndekariya Bilind (YOK) di nava mehekê de bê erêkirin.”

Eyigun diyar kir ku wê di demekî herî kin de dest bi perwerde û hîndekariyê bikin û got: “Ziman û Edebiyata Kurdî wê ji siyasî û îdeolojiyê dûr û di warê zanistî de bê kirin. Herwiha wê ev xebat ji bo aştiyê jî têrker be. Ziman û Edebiyata Kurdî ji aliyê raya giştî ve xweş tê dîtin û wê cîhan xwedî lê derbikeve. Ev ziman bi nirxên çandî derketiye, wê bermayên edebiyata vî zimanî li raya giştî re bên nasandin û wê ji bo aştiyê xizmetê bike.

Hêjayî gotinê ye roja ku serlêdana ji bo vekirina beşa Ziman û Edebiya Kurdî hatî ji aliyê YOKê ve hatî pejirandin, serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan li Amedê bû.

Rudaw
Top