• Friday, 06 February 2026
logo

Iraqiye: Me îmzayên xwe dane Serokatiya Herêmê

Iraqiye: Me îmzayên xwe dane Serokatiya Herêmê
Lîsteya Iraqiye ragihand ku wan îmzayên xwe ji bo vekişandina baweriyê ji Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî dane Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê daku ew jî bo Serokomar Celal Talebanî bişîne.

Duhî, Iraqiye aşkere kir ku hejmara parlamenterên ku li ser daxwaza vekişandina baweriyê ji Malikî îmza kirine gihişte bêtirî 164 îmzayan ku rêjeya destûrî ye ji bo pêkanîna wê daxwazê.

Peyvdara Lîsteya Iraqiye Meysûn Demlûcê ji AKnewsê re daxuyand ku îmza hatin komkirin û bo Dîwana Serokatiya Herêmê hatine pêşkêşkirin daku bo Serokomar bêne şandin.

Demlûcî bal kişand ku Talebanî dê daxwaza vekişandan baweriyê ji Malikî bo parlamentoyê bişîne.

AKnews
Top