• Friday, 06 February 2026
logo

Barzanî: Li Bexda hêjî hin kesê bîr û baweriya enfalçiyan hildigrin hene

Barzanî: Li Bexda hêjî hin kesê bîr û baweriya enfalçiyan hildigrin hene
Serokê Herêma Kurdistanê ragehand ku hêşta hindek kes li Bexdadê nêrîna wan ya enfalçiyan hene û eger ji wan bê wê bi heman siyasetê tawanê bikin.

Îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyameke xwe ku bi rêya malpera xwe ya li ser tora civakî ya Facebookê belavkiriye de, ragehandiye ku, li Bexdadê kesin hene hilgirê raman û bîr û baweriya enfalcîyanin û eger ji wan were ewê bi heman siyasetê tawanê bikin.

Barzanî ragehand ku, ew bi mezintirîn Şeref dizanê dema dayîk û bavê şehîdên ew 730 enfalkiriyên ku hefteya borî ji Meharê anîne Kurdistanê.

Eve deqeya peyama Serok Barzanî ye:

Dixwazim hestê xwe dema ku min cenazeya şehîdekî enfalê hilgirt derbibrim.

Min nedizanî navê wî şehîdî çiye, zilame yan jine, zaroke yan pîre, lê belê min dizanî ku şehîdekî mezlûme, bê tawane, tenê tawana wî/wê ew bûye ku Kurde.

Li wê demê de min hest dikir ku ew şehîd nêzîktirîn kesê mine, eger zilame birayê mine, eger jine xuşka mine, eger gence, yan kur yan jî keça mine.

Ez bawerim ku ruh û giyanê wî/wê kesê şehîd û giyanê hemû şehîdên Kurdistan şade, îro ku dibînîn Kurdistan bi xwîna wan azad bûye.

Cihê daxêye ku îro li Bexda hê jî hinek kes hene ku heman bîr û baweriya enfalçiyan hildigrin û eger ji wan bê dirêjiya heman siyaseta tawanê didin. Piştî van hemû qurbaniyan divê Kurdistan her azad bimînê. Ji bo min mezintirîn şeref bû ku bibînim dayika şehîd û bavê şehîdan tên li cem min digirîn û dibêjin, oxx niha em wiha dizanîn şehîdên me zîndî bûne.

Gelo tu madalyayek heye li vê dinyayê da ji vê madalyayê bilindtir û pîroztir

Xendan
Top