• Saturday, 07 February 2026
logo

Serok Barzanî Salvegera Damezrandina YNK Li Mam Celal Pîroz Kir

Serok Barzanî Salvegera Damezrandina YNK Li Mam Celal Pîroz Kir
Bi minasebeta salvegera damezrandina Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bi rêya telefûnê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Sekreterê giştî yê YNK Mam Celal Kir.

Serok Barzanî di berdewamiya vê peyvendiya han de hêviya tendirostî û serkeftinê ji Mam Celal re xwest û tekez li ser bihêztir kirina peymana steratejîk a di navbera her du aliyan û bihêztir kirina peyvendiyên biratiyane di navbera PDK û YNKê û tevahiya aliyên siyasî yên Kurdistanê de kir.

Di dawiya vê peyvendiya han de Mam Celal jî spasiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kir û hêvî xwest ku, yekhelwestiya heyî ya di navbera her du aliyan û aliyên din yên Kurdistanê de xizmeta berejwendiyên Gelê Kurd û doza netewî ya Gelê Kurd bike.

Kurdistantv
Top