• Friday, 06 February 2026
logo

50 kes duhî li Sûriya hatine kuştin

50 kes duhî li Sûriya hatine kuştin
Desteya Giştî ya Şoreşa Sûriya ragihand ku duhî 50 kes bi guleyên hêzên rejîma Beşar Esed hatine kuştin.

Desteyê aşkere kir ku piraniya kuştiyên duhî li navçeya Dareya li nêzîk Şamê di encama topbaranê de hatine kuştin.

Li gorî desteyê, di nav kuştiyan de 9 zarok hebûn ku 3 ji wan li Helebê bûn, her wiha 2 jin û leşkerekî ji artêşê cuda bûye jî hebûn.

Desteya Giştî ronî kir ku 21 li Şam û derdora wê, 12 li Himsê, 6 li Heleb, 4 li Deraa, 3 li Idlib, 3 li Hema û yek li Dêrezorê hatine kuştin.

Çavkaniyê aşkere kir ku hêzên rejîmê 12 karker li navçeyeke biser bajarokê Qisêr li parêzgeha Himsê îdamkirin.

AKnews
Top