• Friday, 06 February 2026
logo

Tevgera Goran: Me beşdarî kampanya îmze ya li dijî Malikî nekiriye

Tevgera Goran: Me beşdarî kampanya îmze ya li dijî Malikî nekiriye
Fraksyona tevgera Goran li parlamentoya Iraqê, ragihand, parlamenterên wan beşdarî kampanya komkirina îmze li dijî serokwezîr Nûrî Malikî nekirine. Tevgera Goran ragihand, dê helwesta xwe li Malikî de “di dema xwe de” aşkere bikin.

Parlamenterê Iraqê yê ser bi tevgera Goran, Letîf Mistefa, ji AKnewsê re got, heta niha me wek fraksyona Goran beşdarî kampanya komkirina îmze bo stendina baweriyê ji Nûrî Malikî nekiriye.

Mistefa, diyar kir, heta niha me biryar nedaye ka dê beşdarî vê kampanyayê bibin yan na.

Ji aliyekî din, berdevkê Goran, Şaho Seîd, ji AKnewsê re got, heta niha em beşdarî kampanya stendina baweriyê ji Malikî nebûne. Emê biryara xwe ya siyasî di dema xwe de bidin, ji ber ku li gorî me arîşeyên Iraqê gelekî kûrtir in.

Seîd, diyar kir, tevgera Goran ji destpêkê ve rexne li karûbarê siyasî yên Iraqê girtiye. Helbet em beşek ji hikûmeta Malikî nînin û her wiha beşek ji rêkeftina Hewlêrê ya navbera aliyên siyasî û rêkeftina navbera PDK û YNK jî nînin û wiha pêde çû:

Tevgera Goran, tenê berjewendiyên gelê Kurdistanê berçav digire, ji ber wê jî em xwediyê biryara xwe ya serbixwe ne û dê vê jî di dema xwe de aşkere bikin. Li gorî me berjewendiyên gelê Kurdistanê divê ji aliyê parlamentoya Kurdistanê ve bê diyarkirin ne partiyên siyasî.

AKnews
Top