• Friday, 06 February 2026
logo

Mistefa bi heyeteke japonî re behsa nehêlana bêkariyê kir

Mistefa bi heyeteke japonî re behsa nehêlana bêkariyê kir
Îro, li Hewlêrê, heyeteke sefaretxaneya Japoniyayê a li Bexdayê ku ji Kîn Mokayîwezîrê şêwermend û cîgirê mabûsê sefaretxaneyê û Yoçî Yamada berprisê beşê bazirganiyê pêkhatibû, serdana fermangeha têkeliyên derve kir û ji aliyê Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê ve hatin pêşwazî kirin.

Şandeya sefaretxaneya japonî behsa pirojeyê hikûmeta japonî, yê ku beriya çend rojan li herêma Kurdistanê dest pê kirî kir û got ku ew pirojeya bi serperiştiya rêxistina UNESCO yê ye û armanc jê behêlan bêkariyê ye di nav gênc û ciwanan de.

Heyeta mêvan herwesa got ku hikûmeta Japoniyayê dixwaze di warên cihê de têkeliyên xwe digel herêma Kurdistanê, di çarçoveyê bernameyê navdewletî bo alîkarîkirina Îraqê, xurt û berfireh bike.

Felah Mistefa ew pirojeyê hikûmeta japonî bilind nirxan dû got ku vekirina kursên pîşeyî û rahênan ji bo gênc û ciwanan, ji bo kêmkirina rêjeya bêkariyê di nav ciwanan de pêngaveke giring e.

Herwesa, Mistefa, behsa rewşa herêma Kurdistanê û siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê a di warê bihêzkirina têkeliyên siyasî, diplomasî, aborî û bazirganî digel welatên cîhanê kir û daxwaz ji heyeta sefaretxaneya japonî kir û sewyeya nûneratiya xwe li herêma Kurdistanê bilind bikin û şirket û kompaniyên japonî teşwîq bikin kul i herêma Kurdistanê sermayeyê xwe di warê hibirînê de birazçînin.
Top