• Friday, 06 February 2026
logo

Daxaza hilweşandina mafê "parêzbendiya" 8 parlamenterên kurd tê kirin

Daxaza hilweşandina mafê
Serdozgeriya komarê ya Diyarbekirê, bi fermî ji parlamentoya Tirkiyê xwest, mafê parêzbendî (hesane) yê serokê BDP, Selahedîn Demîrtaş û 7 parlamenterên din ên kurd, bi hêceta ku “endamên rêxistina terorîstî ya KCK ne”, bê hilweşandin.

Li gorî nûçeya CNN Turk, serdozgeriya Diyarbekirê, bi hêceta ku endamên rêxistina terorîst a KCK ne û bo ku bikarin bên darizandin, daxaza hilweşandina mafê parêzbendiyê yên serokê BDP, Seladîn Demîrtaş, cîgira serokê BDP, Gultan Kişanak, Emîna Ayna, Nûrsel Aydogan, Sebahet Tuncel, Ayla Akat, Ahmet Turk û Aysel Tugluk kir.

Li gorî nûçeyê, bo vê yekê, dozgeriyê di nameyên cuda de ku wek “fezleke” tê binavkirin, sedem û hêcetên vê yekê li bara parlamenterên kurd şirov kir û bo ku ji serokatiya parlamentoyê re bên şandin, radestî wezareta dadê hatin kirin.

Di şiroveya biryara serdozgeriya Diyarbekirê de li bara parlamenterên kurd de tê gotin, parlamenterên han di meclisa Tirkiyê ya Koma Cikvakên Kurdisatn (KCK- ku wek rêxistina terorîst tê hesibandin), de kar kirine.

AKnews
Top