• Friday, 06 February 2026
logo

Serok Barzanî Û Adil Ebdulmehdî Civiyan

Serok Barzanî Û Adil Ebdulmehdî Civiyan
Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya Endamê desteya Serokatiya civata bilind ya îslamiya Îraqê û Endamê hevpeymaniya nîştimanî ya Îraqê Dr. Adil Ebdulmehdî kir.

Di hevdîtineke de her du alî nêrînên xwe yên di derbarê çawetiya derbas kirina qirîza heyî ya li Îraqê de anîn ziman û Dr. Adil Ebdulmehî fikr û nêrînên civata bilind ya îslamiya Îraqê di vê derbarê de pêşkêşî Serok Barzanî kir û her du alî jî tekez li ser pêwîstiya dîtina çareseriyeke goncaw bo derbas kirina qirîza heyî ya li Îraqê de kirin.

Kurdistantv
Top