Demelûcî: Zêdetirî 200 parlamenter razî ne bawerî ji Malikî bê stendin
Meysûn Demelûcî, got, heta niha zêdetirî 200 îmze bo stendina baweriyê ji serokwezîr Nûrî Malikî hatiye komkirin û ev yek her ku diçe zêde dibe.
Demelûcî, diyar kir, hinek parlamenterên dewleta yasa (lîsteya Malikî) jî deng dane lê em nav û hejmara wan nizanin.
Aliyên siyasî yên Iraqê, bi taybet kurd, helwestên serokwezîrê Iraqê, Nûrî Malikî li hember bûyeran wek sedema sereke ya aloziya siyasî ya welêt dibînin û bo vê jî, hewl tê dayîn bawerî ji Malikî bê stendin û ji kar bê dûrxistin.
AKnews
