Felah Mistefa pêşwazî li alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê kir
Di dîdarekê behsa peywendiyên navbera herêma Kurdistanê û Amerîkayê hat kirin û her du aliyan tekîd li ser zêdetir xurtkirina wan peywendiyan, bi taybetî di qonax û rewşa îro ku Amerîkayê bi timamê hêzên xwe ji Îraqê vekêşane, kir.
Di civînê de behsa rewşa siyasîya Îraqê û xebatên aliyên siyasyên îraqî bo çareserkirina kirîza siyasiya Îraqê kir û her du aliyan tekîd li ser wê yekê kir ku pêwîste hemû pirsgirêk li gor destûra bingehîn a Îraqê bên çareser kirin. Di vê çarçoveyê de, berpirsê têkeliyên derve got ku herêma Kurdistanê bi destûrê pabend e û cîbicîkirina destûrê jî kilîta çareseriya hemû pirsgirêkan e.
Aîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê bo karûbarên nehêlana narkotîka û çespandina qanûnê behsa rola rêxistinên navdewletî yên di warê rêgirtin li bikaranîn û bazirganîkirin bi narkotîka kir û gêt ku giringe hikûmeta herêma Kurdistanê alîkariya wan rêxistinan bike daku zêdetir rola di rêgirtina narkotîka de bilîz in.
Ji aliyê xwe ve, Felah Mistefa îşaret bi asta peywendiyên herêma Kurdistanê digel dewletên Yekgirtiyên Amerîkayê kir û hêvî kir ku ew peywendiyan di pêşkeftineke berdewam de bin. Herwesa Mistefa bi kurtî behsa siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê a di warê peywendiyên digel welatên hermî û cîhanê, civaka navdewletî, avadankirin û geşepêdana herêma Kurdistanê kir.
Berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê piştgiriya hikûmeta Kurdistanê bo hemû xebatên ji bona misogerkirina serweriya qanûnê û pêşxistina tecrûbeya demokrasiyê dike.
