• Friday, 06 February 2026
logo

Haşimî: An Iraq an Malikî

Haşimî: An Iraq an Malikî
Cîgirê Serokomarê Iraqê Tariq Haşimî tekîd kir ku mayîna hikûmeta Nûrî Malikî wataya têkçûna Iraqê ye û daxwaz ji Hevpeymaniya Niştimanî (HN) kir ku navbera Iraq û Malikî yekî hilbijêre.

Haşimî di daxuyaniyekê de carek din êriş bire ser hikûmeta Malikî û ew bi eşkencedana zêrevanên wî di zindanê de gunehbar kir.

Haşimî got, “Dîrok xwe dubare dike, lê xirabtir ji carên berê, welatiyên bêtawan ji jiyan, saman û şerefa xwe li pêşiya desthilatê ditirsin û desthilat wiha lê hatiye li ser yasa û destûr e û prosesên serkutkirin û çewisandinê li hin navçe û parêzgehên taybet pêk tîne.”

Haşimî mayîna Malikî û berdewamiya rewşa niha wek metirsiyek bo ser niha û paşeroja iraqiyan da zanîn û got, “Erkê hemû aliyekî ye bilez vê rewşê bi dawî bînin, derfet li pêşiya guhartinê niha vekiriye û nabe vê car em sernekevin.”

Haşimî bal kişand ku çavê iraqiyen li her pênc serkirdeyan (Talebanî, Barzanî, Elawî, Nucêfî û Sedir) ye daku rewşê biguharin, her wiha daxwaz ji serkirdeyên HN jî kir ku tevlî wan serkirdeyan bibin û hikûmeta Malikî bi dawî bînin.

Di dawiya daxuyaniya Haşimî de wiha hatiye, “Mayîn û berdewamiya vê hikûmetê têkçûna Iraqê ye, piştî ku Malikî rêz ji pêgiriyên xwe negirt tenê 2 bijar li pêşiya me ye, yan Iraq an Nûrî Malikî û divê serdkirde yekî ji wan hilbijêrin.”

AKnews
Top