• Friday, 06 February 2026
logo

NY: Çar hezar penaberên sûrî li Herêma Kurdistanê ne

NY: Çar hezar penaberên sûrî li Herêma Kurdistanê ne
Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) ragihand, ji dema ku rewşa Sûriyê aloz bûye zêdeyî 4 hezar penaberên sûrî hatine bajarên Herêma Kurdistanê.

Li gor raporeke NY, ji adara par ve gava xwenîşandanên nerazîbûnê li dijî rêjîma Beşar Esed li Sûriyê dest pê kirin bi hezaran welatiyên sûrî ji Sûriyê koç kirine, ku zêdeyî 4 hezaran ji wan hatine bajarên Herêma Kurdistanê.

Li gor heman raporê, piraniya penaberên sûrî yên ku hatine Herêma Kurdistanê li parêzgeha Dihokê niştecî bûne ku hejmara wan 3 hezar û 215 penaber in. Herwiha 698 penaber hatine Hewlêrê, û 125 penaberên sûrî jî berê xwe dane parêzgeha Silêmaniyê.

Hêjayî gotinê ye ku piraniya penaberên sûrî li Herêma Kurdistanê, ji kurdên rojavayê Kurdistanê ne.

Rudaw
Top