Hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwaziyê li biryara hikûmeta Silovakiyayê dike
Sefîrê Silovakiya got ku, wezareta derva ya Îraqê û herêma Kurdistanê razemedî li ser destbikarbûna konsulusê fexrî daye û dê di demek nêzîk de dest bi karê xwe bike û ” ev yek jî dê têkeliyên herêma Kurdistanê û Silovkiyayê ku, di berjewendiya her du aliyan de bin, bixe di qonaxeke nû de.”
Sefîrê Silovakiyayê behsa wî pirotokolî k yê ku Hişiyar Zêbarî wezîrê derve yê Îraqê, di vê mehêde, digel Yekêtiya Ewropayê li ser berfirehkirina bazineyê têkeliyên Îraq û Yekêtiya Ewropayê Îmza kirî, kir û got: ” Silovakiya pişt bestin bi wê pirotokolî dê ji bo çêkirina têkeliyên bihêz digel Îraq û herêma Kurdistanê bixebite.”
Ji aliyê xwe ve Felah Mistefa got:
- Hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwaziyê li vê pêngava hikûmeta Silovakiyayê ku, dixwaze têkeliyên xwe digel herêma Kurdistanê pêş bixe, dike. Em hêvî dikin ku ev pêngava hikûmeta Silovakiyayê ji bo pêşveçûna pêwendiyan di navbera her du aliyan de di tevaya waran de bibe hokarekî bihêz.
Mistefa got ku hikûmeta herêma Kurdistanê di qonaxa guhastin û avadankirinê deye û derfetên baş yên karkirinê di hemû waran de hene, hikûmeta herêma Kurdistanê yasa û rênîşanderên pêwîst bo kar, hilbirîn û bazirganiyê misoger kirine û “Hêvîdarîn kompaniyê silovakî bikarin fêdey ji van derfetan werbigirin.”
