Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê Serok Talebanî ve hate pêşwazî kirin
Li hevdîtinê de pêvajoya siyasî û pêşhatên dawî û hewlên ji bo pêkanîna destpêşxeriya nîştimanî ku dibê ferahemkirina berjewendiya bilindên welat û çalak kirina mekanîzma destûra demokratî, ku bi vê sedemê pêvajoya siyasî diçê ser rêya asayiya xwe û bandorê li îradeya alî û pêkhatên beşdarvanan jî dike.
Her wiha îro Serok Talebanî li gel serkirdeyên civîna şêwirmendiya Hewlêrê civiya, ku ji Mistefa Ye'qubî û şanda nûnerê Semaheta Seyîd Muqteda Sedir, serkirdeyên Îtîlafa El Iraqiye (D. Eyad Elawî û Usame Nucêfî û Mutleg), Dr. Ehmed Çelebî û Şêx Sebah El Sa'dî Endamên Encumena Nûnerên Iraqê pêhatibû.
Li hevdîtinê de Serok Talebanî guh li pêşniyar û nêrînên amadevanan girt, ku ji bo derketina ji qeyrana siyasiya îro ya Iraqê li çarçêweya desturê da sedemên demokratiyane nirxandin. Her wiha ew jî dibine sedemek ji bo cîh bi cîhkirina peymannameyan û hevdû têgihiştina di navbera aliyên pêvajoya siyasî.
Li vî warî de Serok Talebanî pabendbûna xwe bi wê yekê dûpatkir ku destur daniye bi navê berjewendiya bilinda welatda. Her wiha her çareseriyek ku dibê vegerana yekgirtiya nîştmanî û çalakkirina wan mekanîzman ku dibine pêşxistina pêvajoya demokratî û bihêzkirina pêwendiya di navbera hêzên siyasiyan ji bo bi encam gihandina erkên çaksazî û aborî û komelayetî û siyasiyan û dawî anîna bi nexweşî û astengiyan heta wê astê rikeberiyê li hevdû bikin.
