Obama: Bila Esed û Jina xwe biçin Rûsya
Li gor nûçeyê Barak Obama di pêşniyara xwe aniye ziman ku Rûsya bikare Serokê Sûriyê Beşar Esed û Jina wî Esma bide bawer kirin ku ew bi mal û milkê xwe tevî zêr û cewherên xwe herin Rûsyayê û ti tiştekî din jî wî nayê xwestin.
Her weha di pêşniyarê de hatiye ku ew grantiyê didin ku piştî çûyîna Beşar û Jina xwe bo Rûsyayê, ewê nehêlin ew li dadgeha navnetewî bêne darizandin.
Hêjayî gotinê ye berya çend rojan Serokê Amerîka Barak Obama digel Serokwezîrê Rûsiya Medvedev re hevdîtin pêk anîn û her weha li ser rewşa Sûriyê jî axivîn û tê de Obama rola Rûsyayê bi giring dest nîşan kir, her weha biryare di demeke nêzîk de Obama û Putin jî bên ba hev û wê di hevdîtinê de rojeva Sûriyê ya sereke be.
Xendan
