• Friday, 06 February 2026
logo

Balyozên Sûriye ji Çendîn Welatan Tên Derxistin

Balyozên Sûriye ji Çendîn Welatan Tên Derxistin
Dengvedana welatên rojava derbarê komkujiya Hulle kû bi desê hêzên ewlehiya rejîma Sûriye hatiye encamdan, çend welatên Ewropî û Rojavay balyoz û dîplomatkarên Hukûmeta Beşar Esed, ji welatên xwe derdixin.


Firans Oland, serokomarê Feransa, îro li Parîs li daxwiyaniyeke rojnamevanî de, bo ragihandê eşkere kir kû balyozê Sûriye ji Parîsê tê derxistin û divê li dû rojan de ji xaka Ferensa derkeve.
Wekî din ajansa nûçeyan a Almanî jî îro ragihand kû balyozê Sûriye ji Almaniya tê derxistin û divê ji welatê Almaniya derkeve.

Wekî din di pêngaveke hevşêwe de, Ustraliya jî dû dîplomatên Sûriye ji welatê xwe derxisitin.

Hukûmeta Birîtaniya jî, ragihand kû wê sê dîplomatên rejîma Sûriye ji Londonê derdixe. Her di berdewamiya vê helwesta navdewletî de, Kanade ragihand kû hemû dîplomatkarên Sûriye ji welatê xwe derdixe.

Her li peytexta Îspaniya Medrîd sêşemê, biryar da kû konsulê Sûriye ji Îspaniya derkeve û ragihand kû ev kûjtina mirovên sivîl li Sûriye nayê pejrandin, û heman li Îspaniya beyanameyeke wezareta Îspaniya belav bû û tê de hatiye kû çar ji dîplomatkarên Sûriye yên kû li Medrîd fermî girêdayî Sûriyane ji welatê xwe derdixe û di beyanameyê de hatiye kû Îspaniya tundutîjiya kû li Sûriye heyî bi şêweyekî tund ret dike.

Herweha Swêsra jî ragihand kû balyozê Sûriye kesekî kû ne hêjayî bimînêye û ew jî kete nava welatên kû balyozên Sûriye ji axa xwe derdixin.

Di vê bareyê de, ajansa nûçeyab BBC dibêje kû, derxistina balyoz û dîplomatên Sûriye ji Ewropî û Rojava berdewame û di nûçeya wê ya nû de hatiye kû Amerîka jî balyozê Sûriye ji welatên xwe derdixe, jêderek bilin ji rêvebiriya Amerîka bo bo Alarabiya ragihandiye kû Zuhêr Cebûrî perpirsê karên Sûriye li Waşingtonê ji welatê xwe derxistiye.

Welatê Bolgariya ragihand kû dê ew jî balyozê Sûriye yê li payetext Sofiya dimîne Selah Siker li gel dû dîblomatkarên Sûriye ji welatê xwe derbixe.
Di vê derbarê de wezareta karê derve ya Bolgariya di beyanameyekî de ragihand kû dê dîbolmatkarên Sûriye agehdar bikin û divê di navbera 72 demjimêran de ji nav axa welatê wan derkeve.

Îtaliya jî banga balyozê Sûriye kiriye û jêre gotine kû ew kesekî ne cihê heskirinêye kû li welatê wan bimîne, weha Îtaliya jî dikeve di nava welatên kû helwest li hemberî kirdarên rejîma Sûriye danîne, balyoz û dîpomatên Sûriye ji welatên xwe derdixin.

Hêzên ewlehiyê bi hevkariya artêşa rejîma Be`esa Sûriye, êvara 26 gulanê de êrîş kiriye ser bajarê Hula li parêzgeha Humsê û di encam de, bihtirî 110 kes kujtine û nêzîkî 300 kes jî birîndar bûne.

Çavkaniyên opozisyona Sûriye, rêxistina NY û dezgeha mafê Mirovan ya Sûriye ragihandin kû, artêşa rejîma Be`es û hêzên ewlehiyê di kujtina xelkê de berdewamin û di êrîşeke artêşa Sûriye de, bo ser bajarê Hula gêrêdayî parêzgeha Humsê , bihtir ji 110 kes kujtine û bi sedan kes jî birîndar bûne. Ji wan kujtiyan pirtirî nîvê wan zarok û jinin.

Êrîşên hêzên ewhlehiya rejîma Sûriye bo ser xelkên xwepêşander, li bajarên din jî berdewamin.

Rubert Kulfîl bêjedanê fermiyê mafê Mirovan ser bi Netewên Yekbûy ve di kongireyekî rojnamevanî de îro ragihand kû piraniya kujtiyên komkujiya bajarê Hule bi gulebaranê li dû bûyeran de hatine îdam kirin û şahidên bûyerê bo wan ragihandine kû çekdarên bi nave “Şebîha” ser bi rejîma Beşar Esed ve ev kirdara encam dane. Ragihand kû weha diyare tevahiya malbatan di malên wan de hatine gulebaran kirin.

Her li gor rêjeyên kû NY diyar kirine di van komkujiyan de 49 zarok û 43 jin hatine kûjtin û hinek ji wan bi fîşekan li serê wan dane.

Ji aliyê din ve hukûmeta Sûriye dibêje “girûpên terorîstî” di ber vê komkujiyê de berpirse.
Top