Mesrûr Barzanî Û Nunerê Vladimir Putin Civiyan
Di hevdîtineke de ku, her du Konsulusê Rûsiyeyê yên li Bexda û Hewlêrê de jî tê de beşdar bûn, birêz Mesrûr Barzanî kêşfxweşiya xwe ya li hember vê serdana han diyar kir û ev serdana han bi werçerxaneke mezin bo peyvendiyên heyî yên di navbera her du aliyan de wsif kir.
Birêz Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de hêvî xwest ku, ev serdanên han yên bi vê rengî bibin pîwerek bo lihev weguhastina nêrîn û fikran di derbarê babet û mêjarên ku, bo her du aliyan girîngin.
Di berdewamiya vê hevdîtina han de birêz Mesrûr Barzanî behsa peyvendiyên Dîrokî yên dostane ên di navbera her du welatan de çê di asta Gelên her du welatan çî jî di asta Serokatiya wan her du welatan de û ragihand Dîroka peyvendiyên han wedigere bo serdema Şoreşa mezin ya Gelê Kurd bi Serokatiya Mele Mistefa Barzaniyê Nemir.
Birêz Mesrûr Barzanî ev serdana han ya îro jî weke destpêkeke bihêz bo bihêztir kirin û berfiretir kirina peyvendiyên heyî yên di navbera her du aliyan di parşerojê de wesif kir û hêviya serkeftinê jî ji Gelê Rûsiye û Serokatiya Rûsiyeyê re xwest.
Di dirêjahiya vê hevdîtina han de heyeta mêwan jî kêfxweşiya xwe ya li hember vê serdan û hevdîtina han diyar kir û spasiyên xwe jî pêşkêşî birêz Mesrûr Barzanî kirin û hêvî xwestin ku, Dîroka kevnar ya dostatiya her du Gelan jî di pêşerojê de bibe faktereke girîng bo bihêztir kirina peyvendiyên dualî.
Di berdewamiya vê hevdîtina han de rewşa siyasî ya Îraqê û qirîza heyî ya li Îraqê jî hate nirxandin û di vê derbarê de careke din birêz Mesrûr Barzanî tekez li ser helwesta eşkere ya Serokatiya Kurdistanê kir û ragihand ku, Kurd careke din ev yek dubare dike ku, girêdayî bi destûra bingehîn ya Îraqê û tevahiya xal û madeyên vê destûra hane û Serokatiya Kurdistanê jî ji bo çareser kirina ev kêşeyên ku, heta niha ji aliyê Rayedarên Bexdayê ve hatin jibîrkirin amadeye û hewl bo vê yekê dide ku, wan kêşeyên han bi rêya diyalog û di çarçoweya destûra bingehîn ya Îraqê de werin çareserkirin.
Rewşa Sûriyeyê jî mêjareke din ya vê hevdîtina han bû û her du alî bi awayeke berfire rewşa vê welatî jî rave kirin û tekez li ser vê yekê kirin ku, pêwîste di demeke kên de rijandina xwîna li Sûriyeyê were rawestandin û rê bo cîhbicîh kirina plana Annan were xweşkirin.
Di dawiya vê hevdîtina han de heyeta Rûsî kêfxweşiya xwe a li hember pêşkeftin, awedanî û rewşa aram ya Kurdistanê diyar kir û destxweşiyên xwe jî pêşkêşî birêz Mesrûr Barzanî kirin ku, kariye di nava ev rewşa aloz ya Deverê de erkê parastina ewlekariya Kurdistanê bi serkeftî cîhbicîh bike û hêviya serkeftin û berdewam bûnê ji birêz Mesrûr Barzanî re xwestin.
Hêjayê gotinêye ku, Nunerê taybetî yê Serokê Rûsiyeyê duhê bi serdaneke fermî bi mebesta pêşde birina peyvendiyên heyî di navbera her du aliyan de gehêşte Hewlêrê.
Kurdistantv
