• Saturday, 07 February 2026
logo

PKK Helîkoptereke Turkiyeyê Xiste Xwarê

PKK Helîkoptereke Turkiyeyê Xiste Xwarê
Hêza Parstina Gel (HPG) balê çekdarîyê Partîya karkirên Kurdistanê ragiahnd, ku hêzên çekdarên wan helîkoptereke serbazî ya artêşa Turkiyeyê li devera Gom Gom xistine xwarê.


Navenda şapemenî û ragihandina HPG di ragihanekê de ragihandiye, ku ´´gerîlayên HPG li nawçeya Gom Gom a ser bi parêzgeha Mûşê helîkoptereke serbazî ya ji curê Skorskî xistine xwarê.´´

Li gor ragihana hêza parastina gel, supayê Turkiyeyê li gundên Leylek, Rekasa, Tanzîk ên ser bi nawçeya Gom Gom dest bi opersiyonekê kiribûn û li wir gerîlayên ser bi wan zerbe li helîkoptereke curê Skorskî didin û helîkopter piştî ku agir berdibê, diteqe û dikeve xwarê.

HPG weha jî ragihandiye, ku ´´ piştî ewê çalakîyê, helîkopterên artêşa Turkiyeyê yên curê Kobra bi awayekî berfireh û xurt deverê bombebaran dikin.´´

Balêçekdarîya PKK herwisa daye xuyakirin, ku di berdewamîya şerê navbera hêzên artêşa Turkiyeyê û çekdarên wan de, 3 gerîlayên wan gîyanê xwe ji dest didin.

HPG weha jî dabu xuyakirin, ku doh şev li devera Korhan a ser bi parêzgeha Agrî, hêzên wan di kemînekê de 10 kes girtine ku goman dihê kirin alîkarîya hukûemeta Turkiyeyê kiribin.

Di ewê maweyê de şer û pevçûnên navbera artêşa Turkiyyeê û hêzên PKK dijwartir bûne ku di encam de bi dehan kes ji her du alîyan be hatine kujtin û yan jî birîndarkirin.
Top