• Saturday, 07 February 2026
logo

Termê yekemîn ji aliyê Barzanî ve hat veşartin

Termê yekemîn ji aliyê Barzanî ve hat veşartin
Duh merasîma veşartina termên Enfalkiriyên Çemçemal bi beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dest pê kir û cenazeyê yekemîn ji aliyê Barzanî ve hat veşartin.

Duh saet 16.00an merasîma veşartina termên Enfalkiriyan li Çemçemal dest pê kir. Merasîmê bi deqîqeyek bêdengî dest pê kir û piştre çend ayetên Qur-ana Pîroz hatin xwendin. Piştre jî mamostayên olî nimêjî miriyan li ser termê Enfalkiriyan kir.

Piştre termê yekemîn ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve hat veşartin.

Di merasîmê de ji bilî Barzanî, cîgirê sekreterê giştî yê YNKê Dr. Berhem Salih, parêzgarê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm, wezîrê şehîd û Enfalkiriyan Aram Ehmed û hêjmarek berpirsên Herêma Kurdistanê beşdar bûn.

Li roja (28.05.2012) merasîma anîna termê 730 Enfalkiriyan bi amadebûna hêjmarek binemalên şehîd û Enfalkiriyan, cîgirê serokê Herêma Kurdistanê, serokwezîr û cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê, hêjmarek kesayetî, berpirsên îdarî û siyasî li navçeya Germiyan hat saz kirin.

Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan sala 2011an ragihand ku çend gorên bi kom li parêzgeha Dîwaniye dîtine, wê piştî kolandin û testa pijîjkî bênin Kurdistanê.

Li gor gotina rêvebera giştî ya li wezareta Şehîd û Enfalkiriyan û serpereştyara gora bi kom Perwîn Nûrî Ezîz; “Çend nasname di nava gora bi kom de hatine dîtin ku piraniya wan ên nahyeyên Qerehencîr û Qadiriye ne.”

Wezîrê Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan Aram Ehmed di merasîmê de axivîbû û got: “Li gor belge û lêkolînan, beşek ji wan Enfalkiriyan hatine gulebarandin û beşek jî bi zindî hatine bin ax kirin.”

Rudaw
Top