Mistefa: Zêdetir ji 20 nûneratiyên welatên biyanî li herêma Kurdistanê hene
Di dîdarekê de ku, Karwan cemal amade bû, heyeta mêvan diyar kir ku, ji bona ku jinêzîk haydarî rewşa herêma Kurdistanê û pirosesa binyatdananê, avadankirinê, geşkirina aborî û mekanîzma bihêzkirina têkeliyan bi herêma Kurdistanê re bibin, wan serdan hewlêrê kirye.
Îgor Bolîxa serokê heyeta ukrayînî got: “Li hemû nawçeyên vê herêmê pêşkeftinên cihê dikevin berçavan. Ev yek jî nîşana hebûna bizaveke siyasî, aborî û bazirganiya pêşkeftî û bi îstîqrar e. Ev rewş derfetê dide kompaniyên biyanê ku, bi awayekî berfireh beşdariyê di pirosesa avadankirina herêma Kurdistanê de bikin.
Felah Mistefa, li heber serdana şandeta Ukrayîna bo herêma Kurdistanî kêfxweşiya xwe nîşan da û behsa siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê a vebûna ber bi cîhanê ve kir û got:
Li ser astê peywendiyên derve digel welatên cîhanê, me pêngavên baş avêtine û îro zêdetir ji 20 nûneratiyên welatên biyanî li herêma Kurdistanê hene. Em dixwazin Ukrayîna jî qonaxeke nû ya peywendiyan digel herêma Kurdistanê dest pê bike ûnûneratiya xwe li herêma Kurdistanê veke.
