• Saturday, 07 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê beşdarî serxweşiya bavê Mamosta Elî Bapîr kir

Serokê Herêma Kurdistanê beşdarî serxweşiya bavê Mamosta Elî Bapîr kir
Li roja dûşem birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Mizgefta Celîl Xeyat li bajarê Hewlêrê beşdarî li serxweşiya xwedê jêrazî Bapîr Osman bavê Mamosta Elî Bapîr Emîrê Komela Îslamî kir.

Serok Barzanî pirse û serxweşiya xwe li Mamosta Elî Bapîr û malbata kesukarê xwedê jêrazî kir û hêvî xwest eve nexweşiya wan ya dawî bê. Mamosta Elî Bapîr û malbat û kesukarên xwedê jêrazî jî spasî vê beşdarî kirina Serok Barzanî ya li vê pirseyê da kir û hêviya temen dirêjî û serkeftinê bo cenabê wî xwestin.
Top