Esed û Annan li Dîmeşqê civiyan
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Sûriya “Sana”, Esed berî bîstekê digel Annan civiya.
Civîna Annan digel Esed piştî wê yekê tê ku berî çend rojan û li gorî çavdêrên navdewletî û çalakvanan, komkujiyek ji bal hêzên rejîmê li navçeya Hole ya bi ser parêzgeha Himsê hate encamdan.
Di encama wê komkujiyê de bêtirî 100 kesî hatine kuştin û ji wan 50 zarok bûn û gelek jin jî di nav de hebûn.
Civîna Annan wek hewlekê ye ji bo rizgarkirina pilana xwe ya aştiyê ku bi piştgiriya Neteweyên Yekbûyî û Komkara Erebî tê cîbicîkirin, lê heta niha pilanê kuştina li Sûriya bi dawî nekiriye.
AKnews
