• Saturday, 07 February 2026
logo

Esed û Annan li Dîmeşqê civiyan

Esed û Annan li Dîmeşqê civiyan
Serokomarê Sûriya Beşar Esed û nûnerê hevparê navdewletî bo Sûriya Kofi Annan li bajarê Dîmeşqê civiyan.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Sûriya “Sana”, Esed berî bîstekê digel Annan civiya.

Civîna Annan digel Esed piştî wê yekê tê ku berî çend rojan û li gorî çavdêrên navdewletî û çalakvanan, komkujiyek ji bal hêzên rejîmê li navçeya Hole ya bi ser parêzgeha Himsê hate encamdan.

Di encama wê komkujiyê de bêtirî 100 kesî hatine kuştin û ji wan 50 zarok bûn û gelek jin jî di nav de hebûn.

Civîna Annan wek hewlekê ye ji bo rizgarkirina pilana xwe ya aştiyê ku bi piştgiriya Neteweyên Yekbûyî û Komkara Erebî tê cîbicîkirin, lê heta niha pilanê kuştina li Sûriya bi dawî nekiriye.

AKnews
Top