• Saturday, 07 February 2026
logo

Biratîya Neynewa Kombûna Kabîneya Malikî li Mûsilê Baykot Dike

Biratîya Neynewa Kombûna Kabîneya Malikî li Mûsilê Baykot Dike
Biryar weha ye, ku sibê encûmena wezîran a Iraqê kombûna xwe li Mûsilê saz bike û li hember evê pêngava hukûmeta Nûrî Malikî, lîsta Biratîya Neynewa radigihîne, ku dê kombûna kabîneya hukûmeta Iraqê bi serok wezîrîtîya Malikî baykot bike. Biratîya Neynewa daxwaz ji Malikî dike, li dewsa (şûna) kombûnan, projeyên xizmetgozarî pêşkêşî xelkê bike.


Derman Xetarî peyvdarê lîsta Biratîya Neynewa di evê bareyê de, bêjedanek da PNA û tekezî kir, ku encûmena wezîran a Iraqê dê sibê kombûneke xwe li Mûsilê saz bike û li hember evê pêngava kabîneya Malikî, ew jî wek lîsta Biratîya Neynewa dê kombûnê baykot bikin.

Derman Xetarî di evê bareyê de ragihand:´´ hatina Malikî bo parêzgeha Mûsilê, bo anîna fitne û dirustkirina ajawe di navbera pêkhatên Mûsilê de ye, çimku Malikî bo xizmeta bajar nahê û bo zêdekirina alozîyan dihê. Hatina wî jî tenê bo mebesta siyasî û dirustkirina arîşeyan li ewan deverane ye.´´

Xetarî weha jî got:´´ lîsta me ji dûbarebûna arîşeyên pêşmerge û asayiş û nakokîyên rêvebirêtîya parêzgehê dilgirane, çimku beşek ji alîyên siyasî arîşe li gel Kurd hene û hatina Malikî jî arîşeyan kûrtir û dijwartir dike.´´

Peyvdarê lîsta Biratîya Neynewa herwisa ragihand, ku ´´renge Malikî alîyên siyasîyên Mûsil han bide da ku li dijî hêza pêşmerge û hêzên asayişê kar bikin, ji ber ewê çendê jî em bi hîç awayekê pêşwazî li hatina Malikî bo Mûsilê nakin û dê kombûna encûmena wezîran û encûmena parêzgehê baykot bikin.´´

Xetarî di bêjedana xwe de got, ku ´´ gerek Malikî projeyên xizmetguzarî bo parêzgehan bianîba, nek kombûna encûmena wezîran bi mebestên siyasî. Em wek lîsata Biratîya Neynewa baykota evê kombûnê dikin û daxwaz ji Malikî jî dikin ku xizmeta Neynewa (Mûsil) bike ku ew çend salin hîç xizmetguzarîyên pêywsît bo nehatine pêşkêşkirin´´

Peyvdarê Biratîya Neynewa tekezî jî kir, ku kombûna pêştir a kabîneya Nûrî Malikî li Kerkûkê bi armanceke siyasî bû û ji bo dijatîkirina herêma Kurdistanê û kurd bû. Xetarî got, ku kombûna sibê ya li Mûsilê jî bi heman mebestên siyasî bi gîyaneke şovenîstî dihête sazkirin.
Roja 8 a evê heyvê Nûrî Malikî piştî alozbûna peywendîya navbera Hewlêr û Bexdadê, kombûna kabîneya hukûmeta xwe li Kerkûkê saz kir, ku ji alîyê wezîrên Kurd ve hate baykotkirin û piranîya siyasetmedarên Kurdistanî jî serdana wî bo kerkûkê bi dijatîkirina Kurd wesif kirin.
Top