Serokê Herêma Kurdistanê serpereştiya civîneke hevbeşa Îtîlafa Iraqiye û Hevpeymaniya Kurdistanî kir
Li civînê de ku ji aliyê Îtîlafa Iraqiye ve Dr. Eyad Elawî Serokê Îtîlafê û Usame El Nucêfî Serokê Encumena Nûnerên Iraqê û Saleh Mutleq Cîgirê Serok Wezîrê Iraqa Federal û hejmarek ji serkirdeyên Îtîlafê amadebûn, ji aliyê Hevpeymaniya Kurdistanî jî birêz Fazil Mîranî û Dr. Berhem Ehmed Saleh û Mela Bextiyar û Azad Berwarî amadebûn guftûgo di derbarê guhertin û pêşhatên dawiya siyasiya li welat û hewlên berdewamên bi navê dawî anîna wê bigre û berdeya siyasiyên ku welat bi xwe ve dibînê hate nirxandin û tîşk jî xistin li ser biryarên her du civîna Hewlêr û Necefê.
Li beşekî dinê civînê de wan sedeman nirxandin ku ji bo dawî anîna wê tengasiya niha ya Iraqê pêwîst bi piyadekirina wan dike ku wergirtina baweriyê yek ji wan sedeman bû.
Her wiha civînê de tekez li ser girîngiya bestina hevpeymaniya nîştimanî ya li ser asta Iraqê ji bo çespandina sîstema demokratî li welat û pabendbûna bi destûr û rênedana berdewambûna wê siyaseta takrewiya ku niha li Iraqê da tê birêvebirin kirin û biryar jî dan dirêjahiya wan civînan bidin.
