• Saturday, 07 February 2026
logo

Li Qeterê 19 kes şewitîn

Li Qeterê 19 kes şewitîn
Hat zanîn, li paytexta Qeterê, Doheyê, di encama şewatekî de, herî kêm 19 kes mirin ku 13 jê zarok in û 17 kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya BBC, rayedarên Qeterê ragihandin, îro danê êvarê agir bi sûper markêteke mezin li bajarê Doheyê ket.

Li gorî nûçeyê, di bûyerê de, herî kêm 19 kes mirin ku 13 jê zarok in, her wiha di bûyerê 17 kes jî birîndar bûne.

Heta niha sedema şewatê nehatiye zanîn.

AKnews
Top