Nêçîrvan Barzanî:Tiştê li Sediye,Celewla û Kerkûkê rû dide, heman siyaseta Erebikirinê ye
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barznî got: Mixabin hikûmetên Êraq bi taybet rêjîma Be`es her enfalkirina gelê Kurd rewa dîtiye, lê Kurd wekî gelên azadîxwaz diselmînin ku ewê rêjîmên dîktatoran biherifînin û îradeya azadîxwaziya gelan dê biserkeve.
Ev gotinên serokê hikûmetê di heyama merasîma binaxkirina rûfatên(730) qurbaniyên enfalê li bajarê Çemçemalê hat pêşkêşkirin.
Barzanî dazanîn ku,îro mercên guncaw ji bo gelê me dirust bûne û serkeftina me di yekrêziya aliyên siyasî yên Kurdistan û gelê Kurd de ye.
Her weha aşkere kir ku, ew gorê ku hatiye dîtin belgeyek şahid ya heta hetayî ye derbarê tawanên eqliyeta tawankar û şovînist e li hemberî nijada Kurd, lê waneyên wan tawanan ji me re dibêje ku, nabe em dev ji mafê gelê xwe berdin û bi her awayî em li ser asta cîhanê bi wan komkûjiyan bidin naskirin.
Serokê hikûmeta herêmê got: Em pêdagiriyê li ser wê yekê dikin ku, pêwîste hikûmeta Êraqê erkê xwe derbarê biryarên dadgeha bilind ya tawanan cî bi cî bike, her weha perlemena Êraqê jî kesûkarên qurbanî û enfal cînosîd û kîmabaranên li Herêma Kurdistanê cî bi cî bike.
Barzanî behsa wê yekê jî kir ku, ewên heya niha ji ber wan tawanan hatine bi darvekirin, nimûneyek ya tawanbaran e, lê tawanbarê bingehîn hîna mane ku, eqliyeta wan faşist û komkûjî, dijminkarîiya li hemberî gelê Kurdistan û mafê wî yê rewa ye.
Barzanî destnîşan kir ku, vê eqliyetê serî niha hildaye ku metirsiyeke serekî ye li ser dema niha û paşeroja Êraqê,û ew dixwazin mafê Kurd înkar bikin û bermayîyên rêjîma berê biparêzin û dixwazin siyaseta komkûjî û enfalê dubare bikin.
Barzanî diyar kir ku, çend aliyên siyasî îro li Êraqê bi her awayî hewl didin ku bermayîyên siyaseta Bierbkirin, Enfal û komkûjiyan wek xwe bimîne, lewra naxwazin maddeya 140 bê cî bi cîkirin.
Barzanî destnîşan kir ku, Em dikarin bêjin belê heya niha pirsgirêka Kurd li Bexdadê çareser nebûye, û tiştî îro li Seediye, Celewla û Kerkûk û li çend deverên din rû didin berdewamkirina siyaseta bierebkrinê ye,ku her çend reng û awayê siyaseta xwe guhartibe, lê naveroka wê jer yek e.
Barzanî tekez kir ku, Herêma Kurdistanê hewl dide ku, sînore destûr û yasaya bi hêz dirust bike, daku dîktatoriyet ya take eqliyeta faşist yê deshelatdarî careke din venegere Êraqê.
Xendan
