Mesrûr Barzanî Beşdariya Perseya Bapîr Wetman Kir
Di merasima han de birêz Mesrûr Barzanî perse û serxweşiyên xwe pêşkêşî Mamoste Elî Bapîr û kesûkarên xwedê jê razî kir û hêvî xwest ku, ev xema dawî ya malbeta wan be û herwiha daxwaz ji xwedê mezin kir daku, rehmetî bi ceneta xwe şa bike.
Hevdem Mamoste Bapîr û kesûkarên xwedê jê razî spasiyên xwe pêşkêşî birêz Mesrûr Barzanî kirin û diyar kirin ku, beşdariya vî di merasima han de bûye sedeme sebir û aramî ji wan re.
Hêjayê gotinêye ku, roja Înê Bavê Emîr Komeleya îslamî ya Kurdistanê Elî Bapîr Bapîr Wetman koça dawî kiribû.
Kurdistantv
