Merasîma anîna termê 730 Enfalkiriyan hat lidarxistin
Merasîma anîna termê 730 Enfalkiriyan bi amadebûna hêjmarek binemalên şehîd û Enfalkiriyan, cîgirê serokê Herêma Kurdistanê, serokwezîr û cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê, hêjmarek kesayetî, berpirsên îdarî û siyasî li navçeya Germiyan hat saz kirin.
Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan sala 2011an ragihand ku çend gorên bi kom li parêzgeha Dîwaniye dîtine, wê piştî kolandin û testa pijîjkî bênin Kurdistanê.
Li gor gotina rêvebera giştî ya li wezareta Şehîd û Enfalkiriyan û serpereştyara gora bi kom Perwîn Nûrî Ezîz; “Çend nasname di nava gora bi kom de hatine dîtin ku piraniya wan ên nahyeyên Qerehencîr û Qadiriye ne.”
Wezîrê Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan Aram Ehmed di merasîmê de axivî û got: “Li gor belge û lêkolînan, beşek ji wan Enfalkiriyan hatine gulebarandin û beşek jî bi zindî hatine bin ax kirin.”
Sibe (sêşeme) di merasîmekê de wê termê wan ji bo monomenta Çemçemal veguhêzin û li wê derê wê bên veşartin.”
Rudaw
