• Saturday, 07 February 2026
logo

Li Hewlêrê hewildanên ji bo rûxandina Mailikî didomînin

Li Hewlêrê hewildanên ji bo rûxandina Mailikî didomînin
Helwesta Kurdan beramber kêşeyên ligel Bexdayê hîn nebûye yek. Di heman demê de rexnegirên serokwezîrê Iraqê Nûrî el-Malikî ta niha nekarî dengên pêwîst ji bo rûxandina wî bi dest bixin. Ji bo guftûgokirina li ser herdu babetan vê hefteyê Celal Talabanî û çend berpirsên din ên iraqî tên Hewlêrê.

Çavkaniyeke ji serokatiya Herêma Kurdistanê eşkere kir ku biryar e îro Celal Talabanî li Hewlêrê ligel Mesûd Barzanî bicive. Herweha biryar e îroj Barzanî ligel berpirsên lîsteya el-Îraqiya Eyad Elawî, Usama Nuceyfî û Salih el-Mutleq hevdîtinan pêk bîne. Herweha tê gotin ku gerek di rojên bê de berpirsê şîî Emar Hekîm, serokê Encûmena Bilind a Islamî li Iraqê, serdana Hewlêrê bike û bi serokê Herêma Kurdistanê re bicive. Armanca van hevdîtinan ew e ku hêzên di hikûmeta Nûrî el-Malikî de ku ji serokwezîrê Iraqê ne razî ne, ligel hêzên opozîsyonê hewil bidin ku piraniya dengan di Parlamenta Iraqê de bi dest bixin da ku bikaribin baweriyê ji Malikî bikişînin û dawî li desthilata wî bînin.

Serokê Dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê, Dr. Fûad Hisên, teqez kir ku helwesta Mesûd Barzanî beramber Malikî nehatiye guhertin. Hisên got: "Helwesta Kurdan li ser kêşeyên bi Bexdayê re helwesta serokê Herêma Kurdistanê ye. Helwesta serok Barzanî jî gelekî zelal û eşkere ye û niha gihaye wê astê ku di nav lîsteyan de hevbendiyeke mezin saz bike."

Hisên herweha got ku helwesta berpirsê şîî Muqteda el-Sedir jî li ser vê meseleyê nehatiye guhertin.

Kurd û beşine mezin ji hêzên şîî ligel hêzên sinî Nûrî el-Malikî bi sazkirina dektatoriyetekê li Iraqê gunehkar dikin.

Çendîn helwesta serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî zelal be, lê ta niha wî nekarî helwesta tevaya hêzên kurdî di Parlamenta Iraqê de bike mîna ya xwe. Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê, ku pênc kursiyên wê di parlamentê de hene, piştgiriya xwe ji bo helwesta Barzanî eşkere kir. Usama Cemîl, endamê fraksyona Yekgirtû di Parlamenta Iraqê de ji Rûdawê re got:: "Ezmûna berî niha ya Kurdan ligel Malikî eşkere kir ku ew tenê kêşeyan paş dixîne û demê dikuje." Li gor Cemîl Nûrî el-Malikî "amade ye her peymanekê imze bike, da ew li ser kursiya xwe bimîne. Ew dixwaze bi vî awayî ciyê xwe li Iraqê xurtir bike."

Tevgera Goran, ku heyşt kursiyên wê di Parlamenta Iraqê de hene, ta niha helwesta xwe beramber Malikî eşkere nekiriye. Ew dibêje ku ew rewşa siyasî li Iraqê dişopîne. Şoreş Hacî, serokê fraksyona Goran di Parlamenta Iraqê de, got ku wan wek Goran biryar stendiye ku niha helwesta xwe ya fermî eşkere nekin. Hacî got: "Di van du rojan de tişt zelaltir dibin û hingî emê helwesta xwe eşkere bikin. Ta niha em ligel serokê Herêma Kurdistanê li ser meseleya Bexda di peywendiyan de ne."

Endamê fraksyona Komeleya Islamî ya Kurdistanê di Parlamenta Iraqê de, Fatih Daraxayî, got ku "helwesta me ligel helwesta fraksyonên kurdistanî ye û em xwedî heman nerîn in ku ti wateya guftûgokirina ligel Malikî tune ye".

Li ser helwesta Yekîtiya Niştiman a Kurdistanê Dr. Fûad Meesûm, parlamentarê Yekîtî û serokê fraksyona Hevpeymana Kurdistanê di Parlamenta Iraqê de, got ku "wek YNK em li ser kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de ligel PDKê xwedî helwesteke hevbeş in". Meesûm herweha got ku "dibe nerîna me li ser kêşeyan hinekî cuda be, lêbelê di helwesta stratejîk de em xwedî heman helwest in û Kurd xwedî tenê yek helwest in."

Rudaw
Top