Herêma Kurdistanê bersiva rapora wezareta derve ya Amerîka da
Cîgirê berpirsê têkiliyên derve yê Herêma Kurdistanê, Dîndar Zêbarî, got, rewşa girtîhenên herêmê ber bi başbûnê ve diçe û hewlên rijd tê dayîn bo baştirkirina rewşê ku bibe nimûne li Iraqê.
Zêbarî, diyar kir, deriyê girtîgehên Herêma Kurrdistanê vekirîne û tu welatekî wek herêmê deriyê girtîgehan venekiriye bo çavdêrên mafên mirov û wiha pêde çû, hikûmeta herêmê plana zêdekirina girtîgehan heye bo ku girtîgeh zêde qerebalix nebin û her wiha li gorî pîvanên navdewletî mafên girtiyan bê dayîn.
Dîndar Zêbarî, li bara azadiya rojnamevaniyê li herêmê de jî got, azadiya rojnamevaniya li Kurdistanê heye, li rojhilata navîn nimûne ye, ji ber ku tu tiştek nemaye ku rojnamevan behsa wê nekin û em niha hewl didin qanûn û pîvanên rojnamevaniyê digel NY hemwar bikin û baştir bikin. Asta rojnamevaniyê li herêmê asteke baş e.
Zêbarî, wiha domand, hinek tiştên din dir rapora wezareta derve ya Amerîka de hene ku hikûmet dê demek din bersiv bide û da zanîn, NY dê sibê rapora xwe li bara rewşa mafên mirov li Kurdistan û Iraqê belav bike.
Wezareta derve ya Amerîka, di rapora xwe sala 2011 a mafên mirov de, di beşa Iraq û Herêma Kurdistanê de, rexne li rewşa mafên mirov û azadiya rojnamevaniyê li Kurdistanê digire û dibêje, hikûmeta herêmê pêşiya azadiya rojnamevaniyê digire û gefê li rojnamevanan dixwe.
AKnews
