Serok Barzanî: Pêşmerge Bi wateya Şeref Û Parêzerê Hebûna Netewiye
Di destpêkamerasima destpê kirinê de bernameya konferansê hate pêşkêşkirin û pişt re jî Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Kurdistanê peyvek pêşkêş kir û balkêşande ser girîngiya konferansa han û diyar kirina rojek bi nave roja pêşmerge.
Nav hatî eşkere kir ku, hebûna rojek bi navê roja pêşmerge bi wateya rêz girtin ji xebat, berxwedan û Dîroka têjî ji serwerî ya bizava rizgarîxwaz a Gelê Kurd û pêşmergeye.
Pişt re jî Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî peyvek pêşkêş kir û ragihand ku, pênase kirina pêşmerge ne ewqas asane nejî di nava çend peyvan de mirov dikare pênaseyek bo pêşmerge diyar bike.
Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku, li cem min wateya pêşmerge bi awayekî kur şerefe û pêşmerge parêzerê hebûna netewî ya Gelê meye lewre xizmet kirina pêşmerge û malbetên wan û malbetên Şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê erkeke sereke ya Hikûmeta Kurdistanê ye.
Serok Barzanî di dirêjahiya gotara xwe de daxwaz ji Beşdarwanên konferansê kir daku, dûr ji her cure bandoreke partayetî roj
Kurdistantv
