• Saturday, 07 February 2026
logo

Serok Barzanî: Pêşmerge Bi wateya Şeref Û Parêzerê Hebûna Netewiye

Serok Barzanî: Pêşmerge Bi wateya Şeref Û Parêzerê Hebûna Netewiye
Duh li Hewlêrê bi amadebûna Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî û Wezîrê Pêşmerge û hijmareke din ji Rayedarên siyasî û îdarî yên Kurdistanê û herwiha hijmareke kesayetiyên berçav yên di rojên dijwar de konferansa diyar kirina roja pêşmerge destpê kir.

Di destpêkamerasima destpê kirinê de bernameya konferansê hate pêşkêşkirin û pişt re jî Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Kurdistanê peyvek pêşkêş kir û balkêşande ser girîngiya konferansa han û diyar kirina rojek bi nave roja pêşmerge.

Nav hatî eşkere kir ku, hebûna rojek bi navê roja pêşmerge bi wateya rêz girtin ji xebat, berxwedan û Dîroka têjî ji serwerî ya bizava rizgarîxwaz a Gelê Kurd û pêşmergeye.

Pişt re jî Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî peyvek pêşkêş kir û ragihand ku, pênase kirina pêşmerge ne ewqas asane nejî di nava çend peyvan de mirov dikare pênaseyek bo pêşmerge diyar bike.

Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku, li cem min wateya pêşmerge bi awayekî kur şerefe û pêşmerge parêzerê hebûna netewî ya Gelê meye lewre xizmet kirina pêşmerge û malbetên wan û malbetên Şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê erkeke sereke ya Hikûmeta Kurdistanê ye.

Serok Barzanî di dirêjahiya gotara xwe de daxwaz ji Beşdarwanên konferansê kir daku, dûr ji her cure bandoreke partayetî roj

Kurdistantv
Top