Serokê Herêma Kurdistanê li gel Serok Fraksiyonên Nav Parlemena Kurdistanê civiya
Li destpêka civînê de, Dr. Erselan Bayîz Serokê Parlemena Kurdistanê ji bilî spaskirina Serok Barzanî ji bo vî hevdîtin û civînê, hêvî xwest civîn encamekî baş lê bikevê û Serok Fraksiyonên Nav Parlemena Kurdistanê jî gelek bi eşkere dîtin û nêrînên xwe yên sebaret bi rewşa îro ya Iraqê ji bo gihîştina bi nêrîneke hevbeş bixin rû.
Paşê Serok Barzanî gelek bi hurî tîşk xiste li ser pêşketinên dawî ya pêvajoya siyasiya Iraqê û ew tengasiyên ku dûçarî bûne û çawayiya muamelekirina li gel wan tengasiyan de û ragihand ku Parlemena Kurdistanê bi ked û xebata hemû aliyê siyasiyan û hemû gelê Kurdistanê hatiye holê, ji bo wê yekê şêwirîna li gel Serok Fraksiyonên Nav Parlemena Kurdistanê sebaret bi wê yekê ku çi bête kirin li beramber wan tengasiyan û çawayiya parastina destkeftan û bergirîkirina li mafên gelê Kurdistanê û paşaroja wê girîngiya xwe heye û divê Parlemena Kurdistanê li vî warî de rola xwe ya bi bandorî bibîne. Tengasiya pêvajoya siyasiya Iraqê tengasiyeke kure û vedigere ser berî çend salên niha, tengasî jî ne şexsiye, belku ewê hatiye kirin eşkerekirina hebûna wê tengasiyê bûye. Em xwedî destûrîn û pêwîste hemû aliyek pabendî wê destûrê bibe û pabendnebûna hinek aliyen jî bi wê destûrê wê tengasiya niha afirandiye.
Her wiha Serok Barzanî tîşk xiste li ser rêkkefttinameya Hewlêr ku Hikûmeta niha jê pêkhatiye û çawayiya paşvekişana aliyek ji wê peymanê dijayetîkirina ewê pêwendî bi mafê gelê Kurdistanê ve hebê û çawayiya çuna şandekî Hikûmeta Herêmê ya Bexda û mohrkirina çend peymanek ku ew jî neketine warê bi cîhkirinê, eve ji bilî ronahî xistina ser peymanên neft û xaz û civînên vê dawiyê ya Hewlêr û Necef.
Di derbarê metirsiyên gelê Kurdistanê jî Serok Barzanî ragihand ku em li eqliyeta birêvebirina niha ya welat ditirsîn û divê ew eqliyet bête guhertin û hevpeymaniya Kurd jî li gel birayên Şî'e bi take kesek ve ne bende belku ji wê gelek mezintire û bi heman awayî jî temaşa pêkhatên din dikîn ewên ku baweriya wan bi mafê gelê Kurdistanê ve heye. Em nabîn aliyek ji her gengeşeyeke eşîrî, lê belê eger bû bi siyasî em dibîne alî û pêwîste hemû bijardeyek bixîn ber çavên xwe.
Li dawiya civînê de Serok Fraksiyonên Nav Parlemena Kurdistanê dîtin û nêrînên xwe yên di derbarê bi hemû meseleyan xiste rû û her hemû yan jî tekez li wê yekê kiriye ku hêza wan li hebûna yek gotara Kurdistaniye û tu hêzek jî nikarê li asta meseleyên neteweyî û nîştmaniyan da bigre û li ser têkdana wê yek gotariyê bike.
