Netewên Yekbûyî:Li Sûriye 92 kes hatine kuştin
Serokê şandeya çavdêrên navdewletî ya Netewên Yekbûyî ragihand ku, çavdêrên serbazî û sivîl îro çûne devera Hole û di encama lêkolînê de aşkere bûye ku, zêdetirî 32 zarok û 60 kesên din hatine kuştin.
Ji aliyekî din ve wezîra derva ya Emerîka Hîllary Clînton ew komujî bi tundî şermezar kir û di daxuyaniyek de diyar kir ku, pêwîste encamderên wê karî hovane hesabê karên xwe bidin.
Hêjayî gotinê ye ku, Emerîka dê digel Civata Navdewletî zext û fişarên xwe li ser rêjîma Esed zêdetir bikin daku dawiyê li tundûtîjiyên metirsîdar yên li wî welatî bînin.
Heman çavkaniyê aşkere kiriye ku, sekerterê Netewên Yekbûyî Kofî Anan di beyannameyekê de daxwaz ji hikûmeta Sûriye kiriye ku, dawiyê li bikaranîna çekên giran di navedên akinciyên sivîl de bîne.
Xendan
