• Friday, 06 February 2026
logo

HN bersiva civîna 5 serkirdeyan a li Hewlêrê dide

HN bersiva civîna 5 serkirdeyan a li Hewlêrê dide
Serokê Hevpeymaniya Niştimanî (HN) ragihand ku hemû peyam û karnameyên frakisyonên siyasî di nav de jî karnameya civîna vê dawiyê ya li Hewlêrê, gelek hizrên baş di nav de hene û hêjayî gotûbêjkirinê ne.

Îbrahîm Caeferî di daxuyaniyekê de amaje kir ku HN di civîna xwe ya duhî de tekîd li ser yekrêziya li hember rikaberiyan kir û daxwaz ji hemû hêzên siyasî kir ku rewşeke erênî ji bo destpêkirina gotûbêjan peyda bikin.

Caeferî bal ronî kir ku HN tekîd li ser prensîpê hevpariya niştimanî kir û bi baweriya wê jî Iraq ji bal pêkhateyekê ve nayê birêvebirin, lê divê hemû pêkhate beşdar bin.

Caeferî got jî, “Her di civînê de, tekîd li ser wê yekê hate kirin ku hemû peyam û karnameyên frakisyonên siyasî di nav de jî karnameya civîna vê dawiyê ya li Hewlêrê, gelek hizrên baş di nav de hene û hêjayî gotûbêjkirinê ne.”

Caeferî bal kişand ku HN pêgiriya xwe bi destûr û ew rêkeftinên nedijî destûr nîşan da, her wiha tekîd kir li ser bilez sazkirina kongra niştimanî ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî.

Şeva boî, HN li mala Îbrahîm Caefer civiya bi mebesta gotûbêjkirina peyama beşdarên civîna Necefê, lê Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî di civînê de amade nebû.

AKnews
Top