Rapora wezareta derve ya Emerîka derbarê Tirkiye û PKKê de
Wezareta Derve ya Emerîka di rapora xweya salane ya 2011an de behsa Tirkiye û PKKê jî dike. Di raporê de tê gotin ku sedî 38ê gêrîllayên PKKê temenê wan di bin 18 saliyê de ne.
Endamê Peywendiyên Derve yê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Roj Wilat derbarê vê yekê de ji Rûdawê re got: "Tirkiyê bi xwe despêkê ev rapor nivîsandibû. Zarokên kurd ên bê çek dikujin û dibêjin ev endamên HPGê ne. Di derbarê parastina mafê zarokan de me wekî KCK yasaya navneteweyî îmzekiriye. Di vê derbarê de me ji raya giştî ya cîhanê re jî daxuyanî daye. Lê Tirkiye tiştekî wisa nake, jin û zarokan dikuje.”
Di berdewama rapora wezareta derve ya Emerîka de behsa windahiyên herdu aliyan jî tê kirin û wiha tê gotin: “Li gor sala 2010an hêjmara mirî û birîndaran ên Tirkiyê du qat zêde bûye. Di 10 mehên despêkê de 31 sivîl mirine û 53 jî birîndar bûne. Ji hêzên ewlekariyê (leşker, polîs û cendirme) di tekoşîna li hemberî PKKê de 220 kes mirine, 475 jî birîndar bûne. Yên ku wekî terorîst hatine diyar kirin 303 kes mirine û 5 birîndar bûne. Şer herî zêde li başûrê rojhilatê Tirkiyê (Bakurê Kurdistanê) çêbû. Herwiha hêjmara mirî û birîndarên sivîlan jî li gor sala 2010an du qat zêdetir bûye.”
Roj Wilat derbarê hêjmara ji aliyê wezareta derve ya Emerîka ve hatî diyar kirin de jî diyar kir ku statîstîkek diyar di destê wan de nîne; “Ji bo hêjmaran, zêdetir agehiyên ji aliyê Tirkiyê ve tên dayîn, cih digrin.”
Endamê Peywendiyên Derve yê KCKê bal kişand ser wê yekê ku di raporê de aliyên erênî hene, lê pir kême û wiha pêdeçû: “Di vê raporê de hinek aliyên Tirkiyê hatine beshkirin. Di raporê de behsa komkujiya Roboskê û girtina rojnamevanan de hinek tişt hatine gotin, lê pir kêm in. Bi berfirehî behsa ti bûyerekê nake. Rapor tiştekî erêniye, lê pir kêm e. Di raporê de behsa bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyê Tirkiyê ve nayê kirin. Herwiha behsa arîkariya leşkerî, aborî û siyasî ya ku Emerîka dide Tirkiyê nayê kirin. Ne tenê di bûyera Roboskê de, teknoliya ku Tirkiyê ji Emerîkayê wergirtî li hemberî gêrîlayan bikartêne. Qi raporê de qet behsa vê yekê nayê kirin ku Emerîka çi arîkarî daye Tirkiyê. Li ser wî bingehî jî rapor yek aliye. Qet bi ser komkujiya Roboskê da naçe û rexnedayînek nîne.”
Rapora wezareta derve ya Emerîka behsa Rêberê PKKê Abdullah Ocalan jî dike û wiha dibêje: “Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê (CPT) çileya 2010an serdana Îmraliyê kir. Şert û mercên girtinê yên Ocalan li gor sala 2007an baştir bûne. Ocalan herî dawî temûza borî ligel parêzer û xêzana xwe hevdîtin çêkiriye.”
Wilat di vê derbarê de destnîşan kir ku ev 10 mehe bi awayekî bê qanûnî parêzer û xêzana serok Abdullah Ocalan nikarin biçin hevdîtinê û got: “Li Ewrûpa dadgeha wî heye û pêwîste parastina xwe bike. Ev zexta li hemberî Rêber Apo bê qanûniye, lê di raporê de tiştekî wisa nabêje. Ji xwe wezareta derve ya Emerîka gelek arîkariya Tirkiyê dike. Di vê raporê de nêzîkatiya wezareta derve ya derbarê komkujiyên li ser kurdan tên kirin pir diyar dibe.”
Endamê Peywendiyên Derve yê KCKê Roj Wilat diyar kir ku rapor yek aliye û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Ev rapor zêdetir yek alî bû. Tevî ku aliyên wê yên erênî hene, lê dikarî ev rapor hinekî din obejktîv ban.”
Rudaw
