Hestiye 730 kurdên Enfalkirî li Germiyanê tên veşartin
Di dema deshilatdariya rejîma Baasê (1963-2003) de herî kêm 182 hezar keç, xort, mêr û kalikên kurd hatin Enfalkirin. Ji 182 hezar kurdên ku di dema rejîma Baasê de hatine enfal kirin, heya niha tenê hestiyên 2 hezar kesan ji 54 gorên komî hatine dîtin. Herî dawî berî 6 mehan li çola (Sehra) Mihal a li bajarê Dîwaniye (başûrê Iraqê) hestiyê 730 kurdên Enfalkirî di gorêk komî de hatin dîtin.
Wezîrê Karûbarê Şehîd û Enfalkiriyan Aram Ehmed diyar kir ku di nava vê heftiyê de dê cenazeyê 730 kurdên enfalkirî li herêma Germiyanêbên defin kirin. Ehmed li bajarê Silêmaniyê daxuyanî da çapemeniyê û wiha got: “Roja duşemê dê bi merasîmek taybet hestiyê 730 Kurdên Enfalkirî li Rêveberatiya Polîsan a Silêmaniyê bên girtin. Roja sêşemê jî dê ev hestî li xala pişkinîna Silêmanî-Taslûce ber bi Qezaya Çemçemal ve bê rêkirin û wê li wê derê bên binaxkirin."
Rudaw
