Serokê Herêma Kurdistanê serxweşiyê li Mamosta Elî Bapîr kir
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birayê birêz Mamosta Elî Bapîr
Emîrê Komela Îslamiya Kurdistanê
Silavên xwedê li we bin
Bi dilekî pir li bawerî bi qeza û qederê yezdan, nûçeya koça dawiya xwedê jêrazî Mam Bapîr Osman ê bavê cenabê we gihîşt min.
Bi vê xemgîniyê ve ji birayê xwe rastgotirîn pirse û serxweşiyê qebûl bikin û hûn û malbata we xweş bin.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim giyanê koçkirî bixe ber rehmet û dilovaniya xwe û bi bihûşta fireh wî şad bike û dilnewayiyê jî bi hemû aliyek bibexşê û we ji her nexweşî û belayek bi dûr bigrê û eve nexweşiya we ya dawî bê.
Dûbare hûn xweş bin û hevbeşê xema we me û temendirêjiyê jî ji bo we yên birêz dixwazim.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
26/05/2012
