• Friday, 06 February 2026
logo

Serok Barzanî Salvegera Destpê Kirina Şoreşa Gulanê Pîroz Kir

Serok Barzanî Salvegera Destpê Kirina Şoreşa Gulanê Pîroz Kir
Bi minasebeta destpê kirina Şoreşa pêşkeftinxwaz ya Gulanê Serok Mesûd Barzanî peyameke pêşkêşî raya giştî kir ku, ev jî tekesta vê ye;

Bi navê xwedê mezin û dilovan

Bi minasebeta 36mîn salvegera destpê kirina Şoreşa pêşkeftinxwaz ya Gulana pîroz silav û rêzeke bêdawî tevahiya wan pêşmergeyên can li dest û cesûr û çavnetirs dikim ku, rola wan di nava vê Şoreşa tê jî ji berhem ya Gelê me de hebûye, ev Şoreşa han weke berdewamiya Şoreşa Eylûla mezine ku, di bin siya Şîretên Barzaniyê Nemir ve hatibû destpêkirin.

Hertim zindî be ev bîranîna pîroz û pirşiku, silav û rêz jî ji bo canê yekem Şehîdê Şoreşa Gulanê Seyêd Ebdulah û tevahiya Şehîdên vê Şoreşê û Şehîdên Kurd û Kurdistanê, malbetên serbilind yên wan û tevahiya Gelê Kurdistanê ku, hertim piştîwanê Şoreşê bû.

Mesûd Barzanî

25ê Gulana 2012
Top