Hewramî: Exxon Mobil kar li Kurdistanê ranawestîne
Ebdilkerîm Lûeybî Wezîrê Nefta Iraq ji rojnameya “Sebah” ya Iraqî re ragihandiye ku kompaniya Exxon Mobil ya amerîkî karê xwe li Kurdistanê radiwestîne heta kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de çareser bibin.
Li hembera ragihandina Wezîrê Nefta Iraqê, Wezîrê Samanên Siruştî yê Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî, ji AKnewsê re ragihand, “Exxon Mobil di karên xwe li Herêma Kurdistan berdewam e û axaftinên Wezîrê Petrolê yê Iraqê jî ne rast in.”
Di 18ê cotmeha sala borî de, hikûmeta herêmê 6 girêbestên kolandina bîrên petrolê digel kompaniya Exxon îmze kir, lê hikûmeta Iraqê dibêje ew girêbest neyasayî ne.
AKnews
