• Friday, 06 February 2026
logo

Li Bajarê Qeyserî Li Tirkiyeyê Teqînek Pêk Hat

Li Bajarê Qeyserî Li Tirkiyeyê Teqînek Pêk Hat
Duh danê Sibê li Bajarê Qeyserî ya li Tirkiyeyê di encama goleberdana polîsan bo ser maşîneke ku, tê de çendîn bombeyên destan hebûn, teqînek li berdem navenda hêzên asayîşê yên vê Bajarê de pêk hat û di encam de polîsek û 3 kesên din canê xwe ji dest dan.

Herwiha 17 welatiyên din jî ku, 8 ji wan polîsên birîndar bûne.

Çapemeniya Tirkiyeyê diyar kir ku, ev maşîna han bi bombeyên destan hatibû barkirin û tê de 3 kes hebûne û di destpêkê de hêzên polîs li ser rêya Maraş û Qeyserî de xwestine wan rawestînên lê ev 3 kesên han maşîna xwe ranewestandiye û çûne berdem navenda hêzên asayîşê li nava Bajarê de û di encama goleberdana polîsan de bombeyên nava maşînê hatine teqandin.

Kurdistantv
Top